• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media November 5, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin
Îro şemî 05.11.2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê ve li nivîsîngeha Serokayetiyê ya li Stenbolê hate pêşwazî kirin.

Li rêwresma pêşwazîkirinê da Beşir Atalay Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek ji Wezîr û Berpirs û Şêwirmendên Serokayetiya Hikûmetê amade bûn.

Li hevdîtina du qoliya di navbera Serok Barzanî û Erdogan da hejmarek mijarên pêwendîdarên her du aliyan û rewş û pêşketinên navçeyê hate nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye bi girîngî hate nirxandin û zerureta berdewam bûn û pêşxistina van pêwendiyan jî hate dûpat kirin.

Hejayî gotinêye her îro Serok Barzanî dawî bi serdana fermiya xwe ya Tirkiye anî û berev Ewrûpa birêket.
Top