• Wednesday, 04 February 2026
logo

Hiqûqnasên Alman daxwaza girtina Erdogan kirin

Gulan Media November 5, 2011 Nûçe
Hiqûqnasên Alman daxwaza girtina Erdogan kirin
Rojek beriya serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo 50.mîn salvegera hatina karkerên tirk bo Almanya, komeke huqûqnasên alman li bajarê Karlsruheyê li hemberê Erdogan gilîname dane Serdozgeriya Federal. Hiqûqnasên alman ên ku giliyê Serokwezîr Erdogan, wezîrên parastinê û serfermandarên tirk ên di van 10 salên dawiyê de kirin, li Berlînê civînek çapemeniyê li dar xistin. Hiqûqnasan da zanîn ku li hemberî Kurdan terora dewletê tê pêkanîn û xwestin gava rayedarên Tirk hatin Almanyayê bêne girtin.

Li gor nûçeya ANFê Parêzer Britta Eder û Serokê Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navnetewî (MAF-DAD) parêzer Heike Gesweid ên ku doz vekirin, li Berlînê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parêzer Britta Eder mitefîkên di dadgeha Nurnbergê de têne darizandin bi bîr xist û wiha got; “Belgeyên di destê me de nîşan didin ku dewleta tirk li hemberî Kurdan terora dewletê pêk aniye. Li Almanyayê zagona sucên navnetewî heye.”

Eder destnîşan kir ku di nava gilînameyan wan de 24 cenazeyên gerîlayên PKKê yên li Meletiyê ne û ku tê gotin bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin, tune ne û diyar kir ku ew ê vê bûyerê jî li gilînameyê zêde bikin.

Ligel Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan; wezîrên parastinê: Îsmet Yilmaz, Sabahattin Çakmakoglû û Mehmet Vecdî Gonul; serfermandar: Hîlmî Ozkuk, Yaşar Buyukanit, Îlker Başbug, Işik Koşaner û Nejdet Ozel bi pêkanîna sucên şer têne sucdarkirin.

Di gilînameyê de hiqûqnasên ku îmzeya wan heye ev in: Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navnetewî (MAF-DAD), nivsîkar Doris Gercke, Prof. Norman Paech, Endamê Meclîsa Federal Harald Weinberg, ji Yekitiya Bijîşkên Navnetewî ya li Dijî Şerê Atomên (IPPNW) Dr. Gisela Penteker, ji Endamê Şaredariya Nurnberg Marion Padua û civaknas Martin Dolzer.

Rudaw
Top