• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek Parlementerên Kurd yên li Parlemene Tirkiyê re civiya

Gulan Media November 4, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek Parlementerên Kurd yên li Parlemene Tirkiyê re civiya
Berî nîvroya îro li Stenbolê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek ji Parlementerên Kurd yên li Parlemena Tirkiyê kir ku ji birêz Ahmed Turk, Aysel Tugluk, Selaheddîn Demîrtaş û Gulten Kişank pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de behsa rewşa navçeyê bi giştî û pêvajoya vekirina Tirkiye û wan girift û astengên ku dihêne ber pêvajoyê kirin û her wiha pêwendiyên di navbera her du aliyan mijareke dinê hevdîtinê bûn.

Ji aliyekî din ve, her îro birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi cûda li gel xanim Leyla Zana kesayetiyê navdarê Kurd û Parlementerê Kurd li Parlemenê Tirkiyê re civiya û li civînê de rewşa giştiya Tirkiye û pirsa Kurd li wî welatî hate nirxandin.
Top