• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî berev derveyî welat birêket

Gulan Media November 4, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî berev derveyî welat birêket
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro pênçşem 03/11/2011 bi serdanekî fermî berev Tirkiye birêket û li vê serdanê da şandek ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Siruştiyên Hikûmeta Herêmê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendan pêkhatiye.

Serok Barzanî li vê serdana Tirkiyê de li gel birêz Abdulla Gul Serok Komar, Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîr û Ahmed Dawudoglu Wezîrê Derve û komek ji berpirsên mezinê vî welatî hevdîtinan pêktîne. Li van hevdîtin û civînan de çendîn pirs û mijarên pêwist bi pêwendiyên di navbera her du aliyan dihêne nirxandin û tekez li ser girîngiya xurtkirin û berev pêşvebirina wan pêwendiyên li hemû waran de dihêtekirin.

Piştî dawî hatina bernameya vê serdana fermiya Serokê Herêmê ya welatê Tirkiye, biryare piştî wê Serok Barzanî berev Bruksela paytexta Belçîka birêbikevê bi mebesta sazdana hevdîtinên li gel berpirsên mezinê Parlemen û Yekîtiya Ewrupa û rewşa niha ya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê li wêstgehekî dinê vê serdana Ewrupa de, piştî Bruksel ji bo beşdarîkirina Kongreya Hevpeymanên Demokratan berev Romaya paytexta Îtalya dikeve rê, ku li vê serdana Roma de, Serok Barzanî li gel berpirsên mezinên Îtalya komdibê û li hevdîtinan de wan hemû mijarên girîngên pêwîstî bi pêwendiyên di navbera her du aliyan heye ku bi taybetî jî li warên aborî û bazirganî û ferhengî de guftûgoyan dikin.
Top