• Wednesday, 04 February 2026
logo

HPG: 191 kuştiyên artêşê hene û 66 gerîla şehîd in

Gulan Media November 3, 2011 Nûçe
HPG: 191 kuştiyên artêşê hene û 66 gerîla şehîd in
Li gor daxûyaniya hêzên parastina gel (HPG)`ê, di pevçûnên meha Kewçêrê (meha 10`ê) de, di navbera hêzên HPG û artêşa Tirkiyê de, 191 serbaz û polîs û hêzên ewhiya dewleta Tirkiyê hatine kuştin û her wiha 66 gerîlayên HPG`ê jî, jiyana xwe ji dest dane.


Di ragehandina HPG`ê de hariye ku artêşa Tirkiyê , 51 operasiyonên bi helikopter û topxane û firokeyên cengî li 10 ciyên cuda cud, li dar xistiye û her wiha firokeyên Tirkiyê hevdem bi rêveçûna operasiyonan ve, 43 car bombebarankirin e û 19 car jî helîkopterên Kobra gule li hêzên HPG`ê reşandiye û li dijî wan bombebaran kiriye.


HPG`ê li hember hêrişên hêzên artêşa Tirkiyê daye xuyakirin ku hêzên HPG`ê jî 52 çalakiyên cuda cuda li dijî artşa Tirkiyê pêk anîn e û di wan şer û pevçûnan de, 166 serbaz û 22 polîs û 3 caş hatine kuştin û 66 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia
Top