• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

Gulan Media November 2, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir
Îro çarşem 02/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Murad Ozçelik Balyozê Tirkiye li Iraqê û birêz Aydin Selcen Konsolê Giştî yê Komara Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe serdan kiribû.

Li hevdîtinê de, pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye û çawayiya bi hêzkirin û berev pêşbirina wan pêwendiyan nirxandin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste hemû hewldanên xwe bixin holê ku her du alî bi taybetî li warên aborî û bazirganiyê da alikariyan berfireh bikin.

Serok Barzanî rola Balyoz Ozçelik li bi hêzkirina pêwendiya di navbera her du aliyan de bilind nirxand û li wê erka wî ya nû de hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve Balyoz Ozçelik ji bo piştgîrî û piştevaniyên li dema karkirina wekî Balyozê welatê xwe li Iraqê da spasî Serok Barzanî kir.
Top