• Wednesday, 04 February 2026
logo

Xinêre û Zagros hatin bombebarankirin

Gulan Media October 30, 2011 Nûçe
Xinêre û Zagros hatin bombebarankirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk şevê din herêmên Xinêre û Zagrosê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk duh li gorî seat herêmî di navbera 19.00 û 20.00 de gundên Bêrkîm û Dereva yên ser bi Xinêreyê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa li gorî seata herêmî di seat 00.00-01.00 de deverên Tepê Xwedê, Tepê Ronahî, Dola Zêtê û Dola Mêrgê yên Zagrosê bombebaran kirin.
Top