Bi Beşdariya Serok Barzanî Sêyemîn Kongreya Pijîşkî Ya Mezopotamiyayê Dest Pê Kir
Di destpêka merasima destpê kirina vê kongreya han de ji aliyê komîteya amadekar ya a vê kongreyê ve peyvek hate pêşkêşkirin û tekez li ser girîngiya vê kongreya han hate kirin.
Piştî bi dawî bûna peyva komîteya amadekar Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ez gelek kêşfxweşim ku, kongreya han li Kurdistanê de tê sazkirin û Gelê Kurd jî xwedan hijmareke Nûjdarên pspore.
Serok Barzanî daxwaz ji Nûjdarên amade bûyî di vê kongreyê de kir ku, di warê pêşde birina tendirostî de hevkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de daxwaz ji her kes û her beşdarwanekî vê kongreya han kir ku, hevkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin daku, asta tendirostiya Kurdistanê jî bigehêje asta tendirostiya welatên din yên Cîhanê.
Serok Barzanî diyar kir ku, Gelê Kurd bi dirêjahiya Dîrokê Gelekî aştîxwaz bûye û hertim piştgîriya pêşde birina aştî û aramî kiriye.
Serok Barzanî hêvî xwest ku, Gelê Kurd li Parçeyên din yên Kurdistanê bigehêjîn tevahiya mafên xwenî reva lê bi rêya aştiyane û serdemiyane.
Serok Barzanî anî ziman ku, Gelê Kurd di demê pêwîst de ji bo parastina hebûna netewiya xwe çek bikar aniye lê niha serdem ne serdema bikar anîna çeke lewre pêwîste daxwaz bi awayekî aştiyane û serdemiyane werin pêşkêşkirin.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de anî ziman ku, yek ji armancên sereke yên pejrandina posta Serokatiya Kurdistanê ev bû ku, careke din bi ti awayî xwîna Kurd bi destê Kurd neyê rijandin, Serok Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, hebûna zimaneke hevgirtî ya Kurdî û rêkxistina nav mala Kurd armancên din yên min bûn û bûn sedema vê yekê daku, ez postê Serokatiya Kurdistanê werbigirim.
Serokê Kurdistanê nemaze li ser vê yekê jî kir ku, Gelê Kurd ti carî ji bo êrîş kirinê çek ra nekiriye û hertim ji bo parastinê dest bû çek biriye, hevdem Gelê Kurd ti carî bindestî qebûl nekiriye û bi ti awayî jî qebûl nake.
Serok Barzanî ev yek jî dûbare kir ku, bi ti awayî jî nayê qebûlkirin ku, Gelê Kurd heta hetaye bi mafên xwenî reva şa nebe.
