Demîrtaş: Dewlet 24 saet e negîhiştiye Wanê
Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê erdheja ku duh li Wanê çêbu, 264 kes mirin û zêdetirî hezar û 300 kes jî birîndar bûn, hê jî gelek kes di bin xirbeyan de ye daxuyaniyek da. Demîrtaş li geraca Şaredariya Wanê daxuyanî da û got ku rewşa welatiyên Wanê ne baş e. Demîrtaş anî ziman ku wan li gundan lêkolîn kirine û dîtine ku bi taybetî li gundan pêdivî bi malzemeyên jiyanê hene.
Demîrtaş wiha berdewam kir: "Me li gundan dît tu mirov çiqas bêxwedî ne. Ji duh ve ye dewlet û hikûmet hê jî nigîhiştiye Wanê. Me li gundan dît ku dewletê tu alîkarî nekiriye. Divê kerasetên xwezayê ti caran nebin amûrê siyasetê. Niha divê her kes piştgiriyê bide Erdîş û Wanê. Heke dewlet alîkariyê bide, alîkariyên ku ji aliyê welatiyan ve tên kirin bi rehetî dikare bigîhîje gundan. Divê her kes bi histiyar be û alîkariyê bide waniyan."
Hevserokê BDPê Selahettin Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em ji duh ve bêdeng in. Di armanca me de nîne ku em vê derê ji bo berjewendiyên xwe bikarbênin. Lê li gor çavdêriyên ku me kirîn, ti arîkarî jib o gundan neçûye. Li vê derê piştî erdhejê karesata dûwemîn tê jiyankirin.”
Piştî daxuyaniyê Demîrtaş û heyeta pê re li navenda bajar lêkolînên xwe berdewam kirin. Rojnama Rûdaw
