• Tuesday, 03 February 2026
logo

“Nediyare bê kî biryara daxistina ala Kurdistanê daye”

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
“Nediyare bê kî biryara daxistina ala Kurdistanê daye”
Şêwirmendekî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bo karûbarên Herêma Kurdistanê ragihand ku pirsa daxistina ala Kurdistanê ji ser avahiyên hikûmetê li Xaneqînên ji hêla çend aliyan ve hatiye çêkirin.

Adil Berwarî, îro, daxuyand ku ti zanyariyên hûr ber dest tune ne ku Serokwezîr ew biryar derxistiye.

Berpirsên Xaneqînê di 11ê vê mehê de, daxwaza daxistina ala Kurdistanê ji ser saziyên hikûmetê, red kirin.

Berwarî got, “Heta niha ne xuyaye bê fermana daxistina ala Kurdistanê ji ser avahiyên hikûmetê li Xaneqînê ji hêla Malikî ve derketiye yan na, lê bi baweriya min, ev pirs ji hêla hin aliyan ve hatiye çêkirin daku pirsgirêkên navxweyî vêxin.”

Berwarî xuya kir ku ala Kurdistanê ji sala 2003yan ve û heta niha li Xaneqînê û navçeyên pirsgirêk li ser heyî, tê bilindkirin, her wiha têkiliya navbera Malikî û Barzanî ji vê pirsê mezintire.

Piştî derketina wê biryarê, bi deh hezaran kes li seranserê Herêma Kurdistanê dijî wê biryarê derketin, îro jî li bajarê Hewlêrê û bajarokê Şingalê bi hezaran kes dijî wê biryarê xwepêşandan kirin.

AKnews
Top