• Wednesday, 04 February 2026
logo

Leşkerên artêşa Tirk piştî çalakiya Çelê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir

Gulan Media October 19, 2011 Nûçe
Leşkerên artêşa Tirk piştî çalakiya Çelê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir
Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk piştî çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku tê gotin ku herî kêm 24 leşker hatine kuştin, sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di du cihên navçeya Çelê re ketin xaka Başûrê Kurdistanê.

Li gorî çapemeniya Tirk, di encama çalakiya gerîlayan de herî kêm 24 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî nûçeyê, gerîlayan di seatên derengiya şevê de bi ser qerqol û emniyeta polîsan a navçeya Çelê de girtin û şer heta danê sibê berdewam kir. Li gorî agahiyan herî kêm 24 leşker û polîs hatin kuştin.

Lê çavkaniyên herêmî dan diyarkirin ku jimara kuştiyan zêdetir. Hate diyarkirin ku li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin û ketin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku Serfermandarê Tirk Necdet Ozel jî ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve kete ser rê.”
Top