Ahmet Turk: Em ê Tirkan azad bikin
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk di kongreya Hewldana Kongreyê ya ku li Enqereyê tê lidarxistin de axivî û keyfxweşiya xwe rave kir. Turk got; “Ji ber ku min li vir wêneyê Tirkiyeyê dît. Tirkiyeya ku me bêriya wê kiriye ev e. Em vê dixwazin.”
Turk got; “Em gelên xwe di nava destê sîstemê de nahêlin” û wiha axivî; “Em xurt in, ji ber ku em gel in. Divê em xeta hevpar a tekoşîna gelên Tirkiyeyê biafirînin."
Turk got; “Heta îro, tişta dikeve ser milê me gelan, me pêk neanî. Heta niha jî em der barê desthilatiya ku gel j ime dixwaze, gotûbêj dikin. Lê niha canên me di bin axê de ne û hevalên me jî di girtîgehan de ne.”
Ahmet Turk; “Her çendî em hene, girtîgeh me bi rê ve dibin û ev yek ji bo gelan şermek mezin e. Divê em bibe roja qetandina bendên zincîran û ez ji kongreyê serkeftinê dixwazim û ji ber vê biryarê wana pîroz dikim.”
Turk diyar kir ku ew di jiyana bi hev re de biryardar in, tu fikarên Kurdan tune ne û got; “Hezar sal in em bi hev re dijîn” û wiha peyîvî; “Em di wê baweriyê de ne ku wê ev biryara me Tirkan jî azad bibe û ligel azadbûna Tirkan wê Kurd jî azad bibin.”
Turk destnîşan kir ku divê ji bo azadiya gelan xeteke hevpar a tekoşînê were afirandin û bal kişand ser avakirina konfederalîzmê. Turk got; “Wê konfederalîzm gelan azad bike, ev yek têgiheke li hemberî sîstema kapîtalîst a cîhanî. Em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, em azadiya xwe ji kesekê re nahêlin, em ê bi xwe biafirînin.”
ANF
