• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokatîya Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Şanda Herêmê ya ji bo Bexdayê Kom Dibe

Gulan Media October 13, 2011 Nûçe
Serokatîya Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Şanda Herêmê ya ji bo Bexdayê Kom Dibe
duh li avahîya encumena wezîran li bajêrê Hewlêrê, serokê hukûmeta herêma kurdistanê, Berhem Salih, bi amadebûna cihgirê serokê hukûmeta herêma kurdistanê, Azad Berwarî, û wezîrê navxwe, Kerîm Şengarî, pêşwazîya endamên şanda Herêmê ji bo Baxdayê û cihgirê serokê Parlîyamentê, Erselan Bayîz, kirin.
Pişt re kombûneka hevpişika serokatîya Parleman û Hikûmeta herêma kurdistanê bi şanda herêma kurdistanê re, ya ji bo Bedadê hat encamdan.

Destpêka evê kombûnê, şanda herêma kurdistanê, ku ji sekreterê poltî buroya PDK, Fazil Mîranî, û berpirsê komîta kargêrîya poltî buroya YNK, Mela Bextîyar, û serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê, Fu`ad Huseyn, pêkhatîye û hinek li ser seredana xwe ji bo Bexdadê û kombûnên xwe bi hêz û alîyên Iraqî, serokê komar, serokê wezîrên Iraqê, encumena nûneran, alîyên sîyasîyên Iraqê behs kirin, tekezîyê li ser evê çendê kirin, ku erka evê şandê guft û go yên sîyasî, asayî, vekirina rewşa sîyasî bû, bi awayekî heyam bihê xweşkirin ji bo cih bi cihkirina û çareserkirina arîşeyên hilawîstî navbera Bexdayê û herêma kurdistanê bû.

Di evê kombûnê de tekezî li ser evê çendê jî hat kirin, ku pêdvîya pişkdarîya rasteqîneya hemû pêkhatên Iraqê bê cudahî li pirosesa hukûmranîyê bihê bercestekirin û ti hêz û alî nehên îhmalkirin û rêz li vîyana xelkê bihê girtin.

Herweha di evê kombûnê de, cih bi cihkirina destûra Iraqê û rêkevtina Hewlêrê û hemû ew rêkevtinên ku hatine muhrkirin wek merceka serekîya çareserkirina arîşe û qeyranan hat behskirin û tekezî li ser evê yekê hat kirin, ku hukûmeta Iraqê berpirse li hember cih bicihkirina evan rêkevtinan.

Her di evê dîdarê de daxwaza herêmê ji bo çareserkirina arîşeyên hilawîstî navbera hukûmeta yekgirtî û herêmê di çarçoveya destûr û rêkevtinan hat tekezkirin.
Top