• Tuesday, 03 February 2026
logo

Parlamenterên Kurdistanê kuştina Mîşel temo şermezar kirin

Gulan Media October 10, 2011 Nûçe
Parlamenterên Kurdistanê kuştina Mîşel temo şermezar kirin
bi beşdariya dehan parlamenterên berê û niha yên Herêma Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina kuştina Gotyarê Şepola Paşeroja Kurd li Sûriyeyê Mîşel Temo, dest bi xwepêşandaneke cemawerî hate kirin.

Xwepêşandan bi durişma “em piştgirî li mafên welatiyên Kurd li Sûriyeyê û piştgirî li raperîna gelê Sûriyeyê dikin” dest pê kir.

Yek ji serperiştiyarên xwepêşandanê parlamenter Zana Rostayî berî xwepêşandanê got, “Xwepêşandan li ber Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê dest pê kir û dê heta ber Baregea Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê dom bike. Emê li wir yadaşteke nerazîbûne bidin berpirsên UNê û tê de kuştina Mîşel Temo şermezar bikin.”

Piştî ku xwepêşander gihiştin ber baregeha UNê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdullah yadaşta nerazîbûnê ya xwepêşanderan xwend ku tê de daxwaz ji berpirsên UNAMI li herêmê hate kirin ku daxwazên xwepêşanderan bo sekreterê giştî yê UNê bên gihandin.

Her weha di beşeke din a yadaştê de daxwaz ji UNê hatiye kirin ku desthilata xwe bi kar bîne û sinorek bo tawanên rejîma Sûriyeyê dayne ku li hemberî kurdan û neteweyên din li wî welatî, pêk tîne.

AKnews
Top