Xwepêşanderên Kurd û Erebên Sûrîya Êrîşa Balîyozxaneyên Sûrîya li Welatên Ewropî Dikin
Di vê bareyê de polîsên Almanîya ji AFP ragihandin, ku nêza 30 xwepêşander êrîşa balîyozxaneya Sûrîya li Berlînê paytexta Almanîya kirin.
Ji alîyekî din ve pênc Sûrî êrîşa avahîya balîyozxaneya Sûrîya li Londin paytexta Birîtanîya kirin, û ala Sûrîya ya berê û ala kurdistanê di maweya 40 xulekan de li ser evê balîyozxaneyê hildan.
Herweha çalakvanan ragihandin, ku xwepêşanderan êrîşa balîyozxaneya Sûrîya li Siwîsra û di heman demê de êrîşa balîyozxaneya Sûrîya li Birussels kirin.
PNA
