Sûrîya Gef li Danpêdana Encumena Niştimanîya Opozisîyonê Dike
Di evê bareyê de, wezîrê derveyê Sûrîya, Welîd Mû´ellim, di kongereka rojnamevanî de ragihand, ku ” heger her dewletek bihê û danpêdanê bi encumena niştimanîya Sûrî bike, em dê li dijî wî welatî rêçkin tund bikar bihên in.
Ji alîyekî din ve herdu walatên Amerîka û Feranse xweşhalîya xwe li hember evê encumenê derbirîn, belê danpêdaneka fermî pê nekirine.
Wek dihê xuyakirin, ku ji destpêka xwepêşandanên Sûrîya, ku ji 15 avdarê 2011 destpêkirîye û heta niha li angora Neteweyên Yekbûyî, nêza 2900 kes li evan xwepêşandanan li ser destê hêzên ewledarîya Beşar Elesed hatine kujtin.
PNA
