Serokê hikumetê terorkirina Meşel Temo şermezar dike
Di daxûyanî yekê de ofîsa serokê hikumeta herêma kurdistanê teror kirina Temo şermezar dike û têde hatî ye:
Bi tundî teror kirina Meşel Temo peyvdarê baskê ayîndê kurd li Suryê şermezar dikîn û bi bizaveke nerewa dizanîn jibo kipkirina daxwazî yên rewayên gelê Surya bi giştî û gelê kurd bitaybet li wî welatî,digel mehkum kirina vî karî , daxaz ji desthelatên Suryê dikîn reftarek sivîl digel Azadîxweza bikin.
Bi nerîna me weke hikumeta herêma kurdistaanê, şehçdkirina Meşel Temo û bizavên terorkirin û tirsandina çalakvana,jibilî azirandina arîşe û girifta tû encamên din nabe û pişgîrîya xwe jî jibo tev daxwazîyên sivîl û azadîxwezên gelê Surya dupat dikîn.
Ofîsa serokê hikumeta herêma kurdistanê
8- çirya pêşîn ,2011
