Siyasetvan û çalakvanê navdar yê kurd "Mişel Temo" li Qamişlo hat kuştin
Li gorî zanyariyan dema ku Mişel tev kurê xwe Marsel û herweha endama pîlotbîroya rewta pêşerojê Zahîde ji tirombêlê dadikevin, 5 çekdar wan didin ber guleyan, di encam de Mişel Temo canê xwe ji dest dide û kurê wî jî bi giranî birîndar dibe.
Mişel Temo sala 1958ê li bajarokê Derbasiyê ji dayikbûye, bavê 6 zarokan û rûniştvanê bajarê Qamişloyê bû,helgirê bawernama endaziyariya çandinê ye, Temo çalakvanekî naskirî yê rojavayê Kurdistanê bû ku di tevgera siyasî û cemawerî de herdem pêşeng bû û çendîn car ji aliyê rejêma Sûriyê ve hatiye girtin û nêzî 5 salan di zindanê de maye, dûyê hezîrana îsal hat berdan.
