• Wednesday, 04 February 2026
logo

Di encama teqînekê de li bajarê Hêle 10 kes hatin kuştin

Gulan Media October 1, 2011 Nûçe
Di encama teqînekê de li bajarê Hêle 10 kes hatin kuştin
Di encama teqîna otomobîleke bomberêj de li bajarê Hileyê, 10 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsê parêzgeha Babilê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ragihand ku duhî êvarî, otomobîleke bomberêj li nêzîk şîniyeke li navçeya Xeface teqiya.

Çavkaniyê amaje kir ku di encama teqînê de, 10 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan welatiyên sivîl in.

Çavkaniyê xuya kir ku di cih de, hêzên ewlekariyê cadeyên derdora bûyerê girtin û dest bi lêkolînan kirin.

Bajarê Hile navenda parêzgeha Babilê ye.

AKnews
Top