Li Sêrtê 5 leşker hatin kuştin, 9 birîndar
Li gor agahiyan, li dijî qereqola li navçeya Berwariyê ya Sêrtê êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de 5 leşkerek hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Li gundê Belenolukê yê navçeya Berwariyê ya Sêrtê li dijî qereqola Fermandariya Cendirmeyan êrişa çekdarî pêk hat. Piştî êrîş pêk hat, pevçûn rû da û operasyonek berfireh hate destpêkirin.
Piştî bûyerê operasyon hate destpêkirin û leşker hatin sewqkirin. Helikopterên Sikorsky ku ji 3'emîn Fermandariya Tugaya Komando rabûn yekîteyên taybet sewqî herêma operasyonê kirin. Hate diyarkirin ku ji ber pevçûn dijwar e, helîkopter di daketinê de zahmetîyê dikişînin. Her wiha hate diyarkirin ku helîkopterên kobra jî herêmê bê navber bombebaran dike.ANF
