• Wednesday, 04 February 2026
logo

Di navbera herêm, Îtalya û Iraqê de 2 protokol hatin îmzekirin

Gulan Media September 19, 2011 Nûçe
Di navbera herêm, Îtalya û Iraqê de 2 protokol hatin îmzekirin
Hewlêr, Îro di yekemîn korbenda aborî ya di navbera karsazên herêma Kurdistan, Iraq û Îtalyayê de, 2 protokol hatin îmzekirin.

Korbend di Hola Otel Rotana li Hewlêrê bi rê ve çû û tê de zêdetirî 80 karsazên herêmê, Iraq û Îtalyayê amade bûn.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê di korbendê de ragihand ku niha Îtalya roleke baş dibîne di warê bazirganî, pîşesazî û çandiniya Iraqê de û ew hêvîdar in korbend bibe sedema zêdetir handana şîrketên îtalî ku bên li herêmê kar bikin.

Paşî Wezîrê Çandiniyê yê Kurdistanê Cemîl Silêman got, “Kurdistan herêmeke çandiniyê ye, derfeta kar di kerta çandiniyê de pir e, bo nimûne rûbera giştî zêdetir ji 4 mîlyon hektar e û 1 mîlyon û 535 hektar bo genim, ceh, sewze û fêkî û yê din jî bo çandina daristan, zeytun û fistiq guncaw e.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îtalyayê Antonyo Pawêtî jî da zanîn ku 2 protokolên ku di navbera wan û herêm û Iraqê de hatine îmzekirin dê bibin sedema bihêztirkirina danûstandina bazirganiyê ya di navbera Îtalya û Herêma Kurdistan û Iraqê de û her weha dê rê li ber hatina karsazên îtalî bo navçeyê xweş bike.

Herdu protokol di navbera odeyên bazirganiyê yên Herêma Kurdistan, Îtalya û Iraqê de hatin îmzekirin.
Top