• Wednesday, 04 February 2026
logo

Turkiya û Îranê cardin dest bi topbarana sînûrên herêmê kir

Gulan Media September 14, 2011 Nûçe
Turkiya û Îranê cardin dest bi topbarana sînûrên herêmê kir
Şeva borî du firokeyên cengî yên Tirkiyê, esmanê herêmê derbaz kirine û paş demekê gerîn li ser zozan û gundên devera Sidekanê, çend navçe jî dane ber bombebaranê.


Jêderekê ji gundê Lêlikanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku şeva borî, demjimêr 11:00 du firokeyn cengî yên Tirkyê, demekê li ser gund û zozanên Sîdekanê geriyane û paşê ji çend xulekan, li nevçeya Xakûrk, Lolan û Xinêreyê dane.


Li gor ragihandina wê jêderê, bombebaranê 15 xulekan dom kiriye, lê ti zaniyariyek li ser ziyanên wê nehatiye dayîn.


Ji aliyeke din ve, duh êverê jî, topxaneyên Êranê, top li gundê Kewret a ser bi sidekanê dane û 8 top li gun ketine û agireke mezin li wir ketiye.

PUKmedia
Top