Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seroka Nûnertiya Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir
di hevdîtinê de, behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û bernameya Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û mekanîzma pêwendiya di navbera Herêm û Hikûmeta Iraqa Federal kirin.
Seroka Nûnertiya Yekîtiya Ewrupa li Iraqê behsa aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya parastina aramî û hêminiya Iraqê jî kir û ragihand ku parastina vê aramî û hêminiyê armanca serekiya Nûnertiya Yekîtiya Ewrupaye û bi girîngiyê ve jî temaşa pirsa uze(enerji) û yasaya neft û xaza li Iraqê da dikin û balkişand li ser wê yekê ku Yekîtiya Ewrupa dixwazê pêwendiyên xwe ya li gel Herêmê pêş bixe. Her wiha behsa wan proje û karan jî kir ku Yekîtiya Ewrupa bi niyaze di warên cûda cûdayên Herêmê da encam bide.
Serok Barzanî ji bo bi cîhkirina wê hêmînî û aramiya Iraqê de tekez li ser girêdayîbûna destûra bingehîn û peymanên di navbera aliyê siyasiyan û prensîpa hevbendiya rasteqîneyê kir û li ser girîngiya bilindbûna asta pêwendiyên di navbera Herêmê û Yekîtiya Ewrupa jî rawestiya û hêvî xwest ku ew pêwendî roj bi roj berev pêşvetir biçin.
Her wiha nirxandina rewşa navçeyê û pêşketinên hinek li welatên hevsû û cîran mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
