Beyanama dawyê ya kombuna berfreh ya serokê herêma kurdistanê digel lista hevpeymana kurdstanê
Di wê kombunê de pirsgrêkên cuda cudayên giriîng û arîşe û astengên di kevn pêşya pirosa syasî û demokrasî de li Iraqê di vê rewşa niha de û rêçkên çareserî û çewanya beser keftnê liser wê rewşê hatin baskirin.
herweha wê kombunê tekez li ser pêgîrbûn bu hevpeyman û rêkeftnên bune sedema pêkanîna hikumeta Itîhadî li Bexdayê di çarçuveya despêşxerya Barzanî de kir, kombunê ew yek jî têbînî kir ku gîrubuneke mezin heye di cêbcêkirina xal û bendên girîngên rêkeftinên hatîne îmzakirin û bitaybet ewên girêdayî bnemayê şeraketa Niştîmanî û binemaya hevesengyê li ser şengstê Destûr û rêkeftin li ser pirkirina postekên wezaretên ewlehyê.
herweha amaje da bi wan arasteyên ne rast û dirst ku beref çareserya pirsgrêkên helawîstî û bê çareserî mayn di nêvbera herêma kurdistanê û Bexdayê de hebûn û wê xemsarî û xwe vedzîna ku hebûye. jiber ku arîşe û girftên rasteqîne dikevn di rêya pêvajoya şeraketa Niştîmanî û pirosa demokrasî de û metrsyên rasteqîneyên hevrşî gel û welat bune ji alyê hêzên terorstî û paşmayên rijêma berê û ewên dijatya Niştîman û pêvajoya demokrasî û fedralîzmê di kin.
ew yek weha pêwîst dike berevanyê ji destkeftên gelê Iraqê û berdewamî ya rêbaza syasî û demokrasî ya erênî bikîn dûr ji tak rewîkirina desthelatê û di heman demê de azadî ya û serwerya yasayê xort bikîn û mafê Mirovan bi parêzîn.
kombun daxoazê ji hemû hêzên hevpeyman di hikumeta Iraqê de dike karînên bêtr jibona çareserkrna pirsgirêkên hey biger bêxin û bi gyan û hestkirineka bilnd û bi berprsyarî li hember gel û welat û di pêşî ya hemûyan de pêgîrbûn bi destûr ku buye binema û şengstê avabûna pirosa syasî û binemaya tewafqê ku yek ji fakterên wê ye û rêzgrtna destûr ku yek parçeya welat û gel diparêze.
cêbecêkirina rêkeftina û vegeran bo binemayên karkirina hevpişk û gyanê hevkaryê û avakirina pirên baweryê di nêvbera tev beşdarên pirosa syasî de û bercestekirina bnemayê rast û dirist bo şeraketê di wergrtna biryara de rêçka rast û diriste jiboy avakirina Iraqa Demokrasî Ferdalî ya hevgrtî eve û kombunê hejmareka biryarên girîng sebaret karê ayînde wergrtn.
