25 kesên sivîl di xwepêşandanên li dijî helwesta Rûsya de hatin kuştin
Li gorî çalakvanên Sûriyê ragihandîn, di xwepêşandanên duhî de ku armanc şermezarkirina piştgiriya Rûsya bû ji rêjîma Sûriyê, li bajarên Hema, Hûmûs, li devera Şamê Dûma û li hindek derên yê Sûriyê 25 kes bi guleyên rêjîma Sûriyê hatin kuştin. Her wiha hate gotin di nava kuştiyan de 3'ê zarok jî hene.
Avestakurd
