• Tuesday, 03 February 2026
logo

25 kesên sivîl di xwepêşandanên li dijî helwesta Rûsya de hatin kuştin

Gulan Media September 13, 2011 Nûçe
25 kesên sivîl di xwepêşandanên li dijî helwesta Rûsya de hatin kuştin
Duhî li hindek bajarên Sûriyê milet li dijî helwesta Rûsya ya piştgiriya rêjîma Sûriyê xwepêşandan li dar xistin û di xwepêşandana de 25 kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî çalakvanên Sûriyê ragihandîn, di xwepêşandanên duhî de ku armanc şermezarkirina piştgiriya Rûsya bû ji rêjîma Sûriyê, li bajarên Hema, Hûmûs, li devera Şamê Dûma û li hindek derên yê Sûriyê 25 kes bi guleyên rêjîma Sûriyê hatin kuştin. Her wiha hate gotin di nava kuştiyan de 3'ê zarok jî hene.



Avestakurd
Top