Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Wezîrê Urdin û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de ku birêz Dr. Berhem Ehmed Saleh Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek li Wezîrên Hikûmeta Herêmê amade bûn tekez li ser wê yekê kirin ku bi berdewamî hewl bidin li navbera Herêma Kurdistan û welatê Urdin bi navê berfirehkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan ku xizmet bi berjewendiya hevbeşên her du gelê Kurdistan û Urdinê bike.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Serkirdayetiya Herêmê koke li ser girîngiya bihêzkirina wan pêwendiyan û berev pêşbirina wan ya li hemû waran da.
Ji aliyê xwe ve, Serok Wezîrê Urdin li gel gihandina silavên Şah Ebdullahê Şahê Urdin bi Serok Barzanî, tekez li wê yekê kir ku peyama cenabê wî eweye ku kar li ser gelek aliyan de bêkirin bi navê hevdû têgihiştina zêdetir û hemahengiya di navbera her du aliyan de. Her wiha Serok Wezîrê Urdin rola girînga Serok Barzanî bilind nirxand ku li vî derbarî de tîne û balkişand li ser wê yekê ku pêwendiyekî kevinê her du gelê Urdin û Kurdistanê bi pêkve girêdide û serdana wan ya Herêma Kurdistanê bi serdanekî serkeftî wesif kir û bi vê helkeftê jî spas û pêzanînên Hikûmeta Urdin pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku encama serdana wan ya Herêmê destpêkekî gelek başe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan û Serok Barzanî jî piştevaniya xwe ji bo berev pêşveçûna wan pêwendiyan derbirî û amadehiya Herêmê li pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst jî nîşan da.
Li beşekî dinê hevdîtinê de her du alî guftûgoyekî li ser wan guhertinên ku li rojhilata navîn da hatine holê encamda û li vî warî de jî Serok Barzanî welatê Urdin bi welatekî aram û hevseng wesifkir û ragihand ku ji aliyê gelê Kurdistanê ve giringe pêwendiyên xwe li gel Urdina dost û hevsê pêşbixe
