• Tuesday, 03 February 2026
logo

Korbenda aburî û bazirganî ya hevpişka herêma kurdistaê û Urdinê destpêkir

Gulan Media September 12, 2011 Nûçe
Korbenda aburî û bazirganî ya hevpişka herêma kurdistaê û Urdinê destpêkir
Îro,Dr Mearuf Bexît serok wezîrê şanişîa Urdinê ya Haşimî bi serokatî ya şandeke 31 kes pêk hatibu ji wezîr û sermayedar û bazirganên wî welatî gihişte herêma kurdistanê.

Şanda han ji alî yê Dr, Berhem Salih serokê hikumeta herêmê û hejmarek ji wezîran û berpirsê peywendî yê derveyê hikumeta herêma kurdistanê li Balefirgeha nênetewî ya Hewlêrê hat pêşwazî kiri.

Piştî nîvroya wê rojê şanda mêvan û hejmarek ji wezîrên herêma kurdistanê, bi serokatî ya Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê û Dr. Mearuf Bexît serok wezîrên Urdinê, beşdarya korbenda aburî û bazirganî ya hevpişka nêvbera herêma kurdistaê û şanişîna Urdinê ya Haşimî kir.

Li destpêka korbendê filmeke dekyomêtarî sebaret Nefa herêma kurdistanê hat pêş kêş kirin û di piştre Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê peyva bi xêranîê pêş kêş kir û têde îşaret bi kar û pirojektên herêma kurdistanê da, herweha di peyva xwe de ku bi herdu zimanênê kurdî û Erebî pêş kêş kir, serokê hikumetê xuyakir ku hevdem digel wê yekê roja 11 îlonê rojek dêrîn û pîroze di dîroka gelê kurd de , jiber ku roja serheldana şoreşa Îlona mezine û got: gelê kurd bi drêjahî ya dîroka xwe bi destê rijêmên yek li duf yek hevrişî sitem û zordaryek mezi bu ye, mînakî Efal û kîmyabaran û şewitandina gundê kurdistanê.

Di beşek di ya peyva xwe de serokê hikumetaê base pirosa avedanyê li herêma kurdistanê kir ku di tev bîyava de pêşdaçonên mezin û berçav çêbûne ûhemu bune derfetên mezin û baş bo kar kiri û pirojektên weberhênanê, herweha amaje bi peywendîyê dîrokî di nêvbera herdu alî yan de kir û got: Mistefa Barzanî rêberê kurd û paşayê rehmetî Hûseyn hevbendî yên xort hebun.

Di piştre Dr. Mearuf Bexît serok wezîrên Urdinê peyvek pêş kêş kir û xweşhalî ya xwe bo serdana herêma kurdistanê dîyar kir û xuyakir ku niha herêma kurdistanê cihê xwe yê taybet heye û Urdin jî amadeye hevkar be bo avedankirina herêmê û handana sermayedar û weberhêneran jiboy ku bihên li keridstanê kar bikin û pirojektên cûda cûda encamp bidin.

Li dawî yê raporên desteka weberhênanê û jora bazirganî û pîşesazî ya herêma kurdistanê û sazîya Urdinê bo behadayênê bi kerta bazirganî û handanan weberhênan û kerta giştî hatin pêş kêş kirin û gotûbêj li ser hatin kirin.
Bi vî awayî dawî bi karên roja yekê ji korbendê hat û di piştre Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê li Hotêla Rotana mêhvandarî ya nanê êvarî bo şanda Urdinê kir.
Top