Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birîkarê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şandekî li gel kir
Li hevdîtinê de, Birîkarê Wezîrê Derveyê Tirkiye peyama Hikûmeta Tirkiye bi Serok Barzanî gihand ku taybet bû bi aloziyên li ser sînor û pêşhatên dawiya navçeya rojhilata navîn bi taybetî ew welatên ku li gel Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê hevsînorin û li vî warî de Birîkarê Wezîrê Derveyê Tirkiye tekez li wê yekê kir ku Tirkiye rêz li Herêma Kurdistanê digrê û hilbijartina şer jî ne hilbijartina Tirkiye ye û pê xweşe pêwendiyekî sirûştî li gel Herêma Kurdistanê da saz bike.
Li beramber da, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku em dijî bi karanîna tundutîjiyê ne û ew pirs jî bi awayeke aştiyane dikarin bêne çareserkirin. Ji ber ku tu demek tundutîjî çareseriya tu pirsek nebûye. Ji bo wê yekê hilbijartina me herdem hilbijartina aştiyê dibê.
Sebaret bi pêşhatên dawiya navçeya rojhilata navîn jî bi taybetî li wan welatên ku li gel Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiye hevsînorin, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku em li gel parastina ewlehî û asayîşa hemû navçeyê ne û gelên vî welatî jî ku hevsînorin, çi biryarek bidin bi berjewendî dizanin em rêz li wan biryaran digrîn.
