Serokwezîrê Urdunê gehişte Hewlêra paytexta kurdistanê
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG), îro serokwezîrê Urdunê Dr. Meirûf El Bexît digel hienk wezîrên hikûmeta wî welatî hatin Hewlêrê.
Li gorî nûçeyê, el Bexît li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin, Salih û el Bexît dê derbarê çawaniya bihêzkirina pêwendiyên her du aliyan bi taybet di warê aborî û berhemanînê de, gotûbêj bikin.
