• Tuesday, 03 February 2026
logo

Di pêwendiyekî telefonî da Serok Mam Celal pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir

Gulan Media September 11, 2011 Nûçe
Di pêwendiyekî telefonî da Serok Mam Celal pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir
Îro li pêwendiyekî telefonî da, Serok Mam Celal ji bo hatina 50 saliya salvegera şoreşa mezina Eylûl pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir ku li roja 11 ê Eylula 1961 da bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir li dijî zulm û sîtem û bi navê bergirîkirin û parastina Kurd ji hewla şoveniyan ya ji bo şiyan û bi destanîna mafê neteweyî û siyasiya rewayên wî û xebata bi navê azadî û demokratiyeta li seranserê Iraqê hilbû û her du alî tekez li ser girîngiya parastina yekrêziya hêz û aliyê siyasiyan û tevahiya gelê Kurdistanê û pêkve jiyana birayane û pêwîstiya karkirin berxwedana şoreşa eylul û kurkirina hevpeymaniya stratejiya di navbera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistanê kir ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê Kurdistan û parastina destkeftê neteweyî û nîştimanî û demokrasiyan da.

Serok Barzanî ji bo vê pêwendiyê spasiya Serok Mam Celal kir û hêviya leş saxî û selametiyê ji bo wî xwest.
Top