• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Kurd ne kirêgirtiyê kesî ne

Gulan Media September 11, 2011 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Kurd ne kirêgirtiyê kesî ne
peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku di hîç warekî de hevkariya Îsraîlê nakin û herwiha Kurd jî ne kirêgirtiyê kesî ne ku wek çekekê di destê xelkê de bên bikaranîn.

Di beyannameyekê de, berdevkekî fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Hinek rojnameyan nûçeyek belavkirine qaşo Wezîrê Derve yê Îsraîlê planek daniye ku bi rêya peywendî û hevkariya Kurdan çend pêngavan dijî Tirkiyê biavêje.

Berdevkê Serokatiya Herêmê got: Ew axaftinên hatine belavkirin leyistikeke provaktîf e, divê hemû aliyek bizanin ku em ne çekek in bo firotinê di destê biyaniyan de, em xwedan bawerî, pirs û niştimanê xwe ne, me xebat kiriye û em ê xebatê jî bo berjewendiyên miletê xwe bikin.

Di beyannameyê de wiha tê gotin: Stratejiya me li ser bingehê wan berjewendiyan e ku dijayetiya welat û gelên din nakin. Herwiha em tekez dikin ku gelê Kurd ne kirêgirtiyê kesî ye û ligel welatên cîran jî li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina hevûdû danûstandinê dikin.
Top