Balyozê Îsraîlê ji Misir derket
Xwepêşandar derbazî nava balyozxaneyê bûn û destên xwe danîn ser gelek belgeyên bi Îbranî, Erebî û Îngilîzî. Artêşa Misirê jimareke zêde leşker şandin devera bûyerê. Lê pevçûn di navbera xwepêşandar û artêşê de rûda. Li gorî nûçeya El Cezîre belavkirî de, bi sedan kes birîndarbûn û kesekî di temenê 65 salî de li dema bûyerê jiyana xwe ji dest da.
