Ji ber êrişên Tirk û Îranê 845 zarok nikarin bixwînin
Li gor ê, Bombebaranên artêşên Tirkiye û Îranê ne tenê bandorê li xwezaya Kurdistanê û canê mirovan dikin, di heman demê de bandoreke mezin li rêkûpêkiya jiyana civakî ya gelê herêmê jî dike. Berpirsê Beşê Ragihandinê yê Rêveberiya Perwerdeya navçeya Soran û Rêveber Perwedeya navçeya Çoman ên girêdayî Hewlêrê diyar kirin ku ger êrişên Îran û Tirkiyê yên li ser herêmê berdewam bikin, wê 22 dibistanên seretayî û navîn bêne girtin û 845 xwendekar ji xwendinê bibin.
Sadiq diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiye û Îranê, li navçeyên Soran û Sîdekan ên Hewlêrê 10 dibistan hatine valakirin û got; “Di van dibistanan de 320 xwendekar dixwendin. Heta rawestandina topbaran û êrişên artêşên Îran û Tirkiyê wê ew xwendekar di dibistanên li navçeya Sîdekanê werin bicihkirin.”
Herwiha Rêveberê Perwedeya navçeya Çoman a Hewlêrê Raûf Namiq jî da diyarkirin ku li gundên geliyê Baleyan yê ser bi bajaroka Qesrê 525 xwendekarên di 5 dibistanên navîn û 7 dibistanên seretayî de dixwînin, di bin metirsiya bombebaran û topbaranan de ne. Namiq got: “Ger ev metirsî berdewam bike, di van dibistanan de xwendin nayê kirin.”
ANF
