PI reşnivîsa petrolê bo hikûmetê vegerand
Endamê Komîteya Petrol û Enerjiyê ya PI Bayezîd Hesen ragihand ku piştî 7 rojan ji gihiştina wê û ji ber nebûna rûpela naveroka civîna Civata Wezîrên Iraqê û nebûna nav û îmzeyên wezîrên pêwendîdar, PI, duhî, projeyasaya petrol û gazê bo hikûmetê vegerand.
Bayezîd ku parlamenterê Frakisyona Goran e, got jî, “Ew projeyasa ku ji 51 bendan pêk hatiye, desthilata derhênan û warên din ên petrol û enerjiyê dide Civata Wezîran, Wezîrê Petrolê û Kompaniya Petrola Iraqê û ev jî bûye cihê nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Bayezîd amaje kir ku ew projeyasa dijî benda 112ê ya destûrê Iraqê ye ku tê de wiha dibêje, “Birêvebirina petrol û gazê li Iraqê bi hevparî ye navbera Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û ew parêzgehên ku petrol tê de hene, her wiha danîna pilana stratejîk ji bo pêşde birin û veberhênana petrol û gazê bi hevpariya her sê aliyan dibe.”
Duşema borî, Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) di daxuyaniyekê de pêşkêşkirina reşnivîsa projeyasaya petrol û gazê ji hêla hikûmeta Iraqê ve, şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de, SHK daxwaz ji Civata Wezîrên Iraqê kir ku yekser wê reşnivîsê vekişîne, ji ber digel naveroka destûr û sîstemê yasayî yê nav Civata Wezîran nagunce.
SHK her wiha daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir ku wê reşnivîsa Civata Wezîran red bike.
AKnews
