• Tuesday, 03 February 2026
logo

Dayikên Aştiyê ji bal serokê parlamentoyê kurdistanê hatin pêşwazî kirin

Gulan Media September 8, 2011 Nûçe
Dayikên Aştiyê ji bal serokê parlamentoyê kurdistanê  hatin pêşwazî kirin
duh li bajarê Hewlêrê di hola parlamentoya Kurdistanê de, serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî pêşwazî li şandeyeke Dayikên Aştiyê kir.

Her weha di wê hevdîtinê de, endamên wê şandeyê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi serokê parlamentoyê re nîşan dan.

Şandeya Dayikên Aştiyê da zanîn ku wê dengê xwe li hemberî êriş û şer bilind bikin da ew şer bête rawestandin, ji ber ku bi riya top û balafiran ti kêşe û pirsgirêk nayên çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Kerkûkî, bi xêrhatineke gerim kir û rola dayikan di dîroka tekoşîna rizgariya gelê Kurd de, gelek bilind nirxand.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, dr. Kemal Kerkûkî got:” Serokatiya Herêma Kurdistanê gelek hewl dide da ku êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bêne rawestandin, ji ber ku kêşe bi riya diyalog û bi aştî çareser dibe ne bi riya şer û cengan.”
Top