Li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî êrîşên li ser sinor hate pêkanîn
Xwepêşder bi gotina dehan sloganan û bilindkirina pankartên li dijî Îran û Tirkiyeyê, ji ber deriyê Parka Samî Ebdulrehman heta ber baregeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê meşiyan.
Xwepêşandan ji aliyê Kampanyaya “Şeqam(cade) ji bo Niştîman” hatiye rêxistin. Yek ji rêkxerên xwepêşandanê Hêmin Ferîd got, “Xwepêşander ji hezaran welatî, çalakên rêxistinên civaka sivîl, parlamenterên Kurdistan û kesayetiyên siyasî pêk hatine.”
Bi gotina Ferîd, armanca xwepêşandanê şermezarkirina bomardûman û topbaranên domdar yên Îran û Tirkiyeyê ye û eger êrîşên herdu welatan dom bikin ew dê xwepêşandanên xwe bidomînin.
Rêkxereka din a xwepêşandanê Niyaz Ebdullah jî got, “Xwepêşanderan yadaşteke nerazîbûnê dan berpirsên baregeha Neteweyên Yekgirtî daku bi armanca ragirtina bombardûmanan, fişarê bixin ser welatên Îran û Tirkiyeyê.”
Hêjayê gotinê ye yekşema borî ji aliyê jimareyek ji çalakên rêxistinên civaka sivîl ve, kampanyayeke bi navê “Şeqam ji bo Niştîman” hate ragihandin.
AKnews
