Li Hindistanê li dijî Dadgeha Bildin êriş: 9 mirî
Hat ragihandin ku parêzer û kesên ku doza wan hebûn li ber avahiyê kom bibûn û di vê demê de teqîn pêk hat, herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Navxweyî P. Chidambaram got ku di encama teqîna li ber avahiya Dadgeha Bilind pêk hat de 47 kes birîndar bûne. Wezîr ragihand ku êrişek terorîstî ye û şermezar kir.
