• Tuesday, 03 February 2026
logo

Beyannameya Serokayetiya Herêma Kurdistanê sebaret bi derbaskirina reşnivîsa yasaya Neft a ji aliyê Civata Wezîrên Iraqê

Gulan Media September 6, 2011 Nûçe
Beyannameya Serokayetiya Herêma Kurdistanê sebaret bi derbaskirina reşnivîsa yasaya Neft a ji aliyê Civata Wezîrên Iraqê
Piştî nebûna siyasetekî federalî ya di derbarê neftê ya zêdetirê şeş salan û xwe dizîneke bê behane li ruyê bi cîhkirina rêkkeftinnameya siyasî û xwe dizînekî eşkere beranber bi pêşxistina yasaya federaliya neft û piştî wê yekê cext li ser berdewambûna hevbendî û sazan xistiye berî pêkanîna vê Hikûmeta niha ya Iraqê wekî mercekî serekî ya ji bo beşdarîkirina hevpeymaniya Kurdistanî li vê Hikûmetê da, niha ji nişkave reftarekî dinê Civata Wezîran de derdikevê ku bi bêyî amadebûna endamê pêwendîdarên Encumenê reşnivîsekî gelek cudatir sebaret bi neftê derbaskir ku tevahî ji wê ya berê ku rêkkeftin li ser hatibû kirin cûda bû.

Eve bû awayê derbaskirina reşnivîsê ji aliyê Wezareta Neft ve bi wî awayî bû ku daxwaza rûniştineke lezgînî kir ku rojek berî dema xwe sazdan û xistina ruyê belgenameyekî girîng ku pencîh rûpelan li çend xulan de derbaskir, ku amadevanan wiha dizanî reşnivîsa berê li ser rêkkeftibûn, ew jî bi mebesta xafilgîrkirina hemû endamên Encûmena Wezîran (Amadevanan û amadenebûyan) bi bişûk temaşekirina rêkkeftinnameya siyasî û nehiştina baweriyê ji bo sepandina awayê navendî ku bi nefeseke sîtemgerane hatiye dariştin ji bo sepandina dîktatoriyeta biryara aborî û xistina cilewa giştî li jêr destê hinekan, belku eve gelek ji wê dûre ji destûra federalî û helsukefta demokrasiyê da hatiye ku rol û mafên Herêman û parêzgehên parastina hevsengiyê li gel rola Hikûmeta Federalî da parastiye, ku li destûrê da hatiye balkişandin, ew jî ji bo dabînkirina maf û yekitî û paşaroja gelê Iraqe.

Li demek de Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê yekê şermezar dike, heman demî de daxwaz ji Civata Wezîran dike reşnivîsa Wezareta Neft vekêşe, ew jî ji ber eweye li gel naveroka destûr û rêrewa yasayiya li nav Civata Wezîran da naguncê heta wê demê pêdaçûn li ser tê kirin, daxwaz ji Serokayetiya Civata Nûneran dikîn wê reşnivîsa ji aliyê Civata Wezîran ve hatiye pêşkêş kirin ret bike û li rêrewa yasadanana niha ya xwe da berdewam bibê. Bi mercek her hemwarkirinek ber bi çav bigrê û ji aliyê hemû aliyan ve jî bête pêşkêş kirin. Têbîniyên hevpeymaniya Kurdistanî ve jî li ser vê reşnivîsa niha ji aliyê lîjneya neft û uze ve yekemîn xwendin hatiye pêşkêş kirin, ji ber ku hevpeymaniya Kurdistanî têbîniyên xwe li qonaxa hemwarkirinan da pêşkêş kiriye ku dema gihiştiye duyemîn xwendinê, ew jî li gor girêdayîbûna me ya bi rêrewa yasayî û destûrî û parastina berjewendiya giştî ji aliyê me ve.


peyvdarek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

5 Îlon 2011
Top