• Tuesday, 03 February 2026
logo

Civata Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di ragihandinekê de banga agirbestê li dewleta Îranê kir

Gulan Media September 4, 2011 Nûçe
Civata Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di ragihandinekê de banga agirbestê li dewleta Îranê kir
Di ragihandina PJAKê de tê gotin, “Hindek alî û kesayetiyên dost di navbera me û dewleta Îranê de navbênkarî kirin û daxwaza rawestandina şerê di navbera me û Îranê de kirin. Me jî hem li ser esasa daxwaza van aliyan hem li ser esasa baweriya me ya bi çareseriya demokratîk û aştiyane, biryara ragihandina qonaxa agirbestê girt.”

Di berdewamiya ragihandinê de hatiye, “Li ser vê esasê eger Komara Îslamî ya Îranê vê agirbestê qebûl bike û wek bingeh werbigire, ev biryara me dê ji 5ê vê mehê (îro) di seat 12ê piştî nîvro ve pêk bê û qonaxa agribestê dest pê bike. Di rewşa berevajiya wê çendê de li hemberî her rûdaneke dahatî de dê Îran berpirs be. Em hêvîdar in ev biryara me ximzeta aştî û aramî û çareseriya demokratîk bike.”

Cihê bibîrxistinê ye 24ê meha borî cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke bilind a hukmî, serdana Îranê kir û digel serkomar, wezîrê derve û çend berpirsên din yên bilind yên wî welatî civiya ku xala sereke ya bernameya serdanê aloziya li ser sinorê herêma Kurdistanê bû.

AKnews
Top