Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encumena Pîrên Şahnişîna Urdina Haşimî kir
Di hevdîtinê de ku birêz Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê amade bû, ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî wekî serkirdeyekî neteweyî li Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera her du alî û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan bi awayeke ku li berjewendiya her du alî de bê hate nirxandin.
Her wiha nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û pêşxistinên vê dawiyê ya hinek ji welatên Erebî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û li vî warî de bîr û nêrînên sebaret bi vê pêşketinê hatin danustandin.
