Turkiya 5 roj li pêş balyozê Îsraîlê danan ku ji welat derkeve
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davotoglu îro di kongireke rojnamevanî de diyar kir, ji ber ku Îsraîlê daxwaziyên wan yên derbarê bûyera Mavî Marmarayê ku tê de 9 çalakvanên turk hatibûn kuştin, cêbecêneiriye, ew ê asta têkiliyên xwe digel Tilevîvê nizim bikin.
Paş bi dawî hatina kongira rojnamevanî ya Davotoglo bi demekê kurt, Ajansa Rutersê belavkir ku Davotoglo ta 7 vê mehê li pêş balyozê Îsraîlê danaye ku ji Turkiyayê derkeve. Bi vê çendê jî astangiyên di navber herdu welatan de digehe astekê ku veger û çareserkirin pir bizehmete.
