Îro seat 12.00 li navçeya Şemêzînan a Colemêrgê di dema derbasbûna karwanê leşkerî de teqînek pêk hat û di encamê de 3 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û leherêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.