Barzanî pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd û şandekî mekteba siyasiya Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, birêz Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê spas û pêzanînên xwe û endamên mekteba siyasî û hemû hevalên xwe yên partiyê gihande birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirin û amadebûna Kongreya Partiyê ku berî çend rojek li bajarê Hewlêrê birêveçû.
Eve jî ragihand ku beşdarîkirina Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniyeke mezin bû ji bo serkeftina kongreyê û tekez jî li wê yekê kir ku guhertinên baş piştî kongreya partiyê hatiye kirin wekî serkeftina lawan ya mekteba siyasî û her wiha li diruşm û sirûda partiyê.
Her wiha Sekreterê Partiyê piştevanî û hevkariya partiya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê û parastina ezmûn û destkeftên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirs û kêmasiyan dupatkir.
Serok Barzanî li gel pîrozbahîkirina dawî hatina kongreya Partiya Sosyalîst ya bi serkeftî, rola birêz Mihemedê Hacî Mehmûd û Partiya Sosyalîst li tevgera rizgarîxwaza gelê me da bilind nirxand ku herdem dakokî û xebatê ji bo rizgariya gelê me kirine û hêvî xwest ku Partiya Sosyalîst piştî serkeftina kongreyê û bi gurutînekî nû ve dirêjiya xebat û têkoşana xwe bide.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa parastina yekrêzî hêz û aliyê siyasiyan û yekxistina li nav mala Kurd û pêkve karkirin û berev pêş birina ezmuna Herêma Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî tekez li ser berdewam bûn û pêkve karkirina hemû hêz û aliyê siyasiyan ya ji bo parastina destkeftan û serxistina pêvajoya çaksazî û nehiştina kêmasiyan û zêdetir xizmetkirina xelkê Kurdistan kirin.
