• Wednesday, 04 February 2026
logo

Denîz: Ger êrişên Tirkiye berdewam bin em ê jî biryara xwe bidin

Gulan Media August 27, 2011 Nûçe
Denîz: Ger êrişên Tirkiye berdewam bin em ê jî biryara xwe bidin
Berpirsê Peywendiyên Derve yê PKKê ragihand ku ger êrişên Tirkiyê ranewestin, ewê jî biryara xwe bidin.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê (PKK) Ehmed Denîz got: “Ev dû roje bombebarên balefirên şer ên Tirkiyê rawestane, lê topxaneyên Tirkiyê sinorê Xakûrk û Xinêre dide ber topan. Ji bilî vê yekê balefirên şer her roj ji bo keşfê bi awayek nizim li ser asîmanê Qendîl û sinorên Herêma Kurdistanê re dizivirin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin ku “Leşkerên Tirkiyê di bombebaranê de tenê binke û baregehên PKKê kirine armanc. Wêne û dîmenê derbarê kuştina 7 welatiyên sivîl de hatî belav kirin, ne rast û dirûst in. Heya Tirkiyê hevwelatiyek sivîl jî nekuştiye.”

Ehmed Deniz derbarê daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de got: “Rayedarên Tirkiyê gelek daxuyaniyên derew didin û derew li Tirkiyê ji dayîkbûye. Kuştina 7 hevwelatiyên sivîl nehatiye dirûstkirin û li pêş çavê xelkê rûdaye. Li cîhanê jî diyar bû ji aliyê kê ve hatine kuştin, ger bawer nekin bila lijneyek navnetewî ya bê alî bê û bûyerê lêkolîn bike.” Deniz dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze bi wê daxuyaniya nerast, raya giştî bixapêne û rastiyê veşêre.”

Ev çend mehe PKKê agirbest îlankiriye û heya niha biryara bi dawî anîna agirbestê ne ragihandine. Berdevkê PKKê Ehmed Deniz di vê derbarê de dibêje: “Me heya niha biryara bi dawî hatina agirbestê nedaye. Em dixwazin pirsgirêk bi rêya guftûgoyan bê çareserkirin, lê Tirkiye di operasyon û bombebarankirinê de berdewame. Di vê rewşê de em tenê xwe diparêzin, ger Tirkiye di vê helwesta xwe de berdewam be, wê demê emê biryara xwe bidin.”

Rudaw
Top