• Tuesday, 03 February 2026
logo

21 kes di bûyereke trafîkê de li ser rêya Kerkûkê şewitîn

Gulan Media August 27, 2011 Nûçe
21 kes di bûyereke trafîkê de li ser rêya Kerkûkê şewitîn
Di bûyereke trafîkê de li ser rêya Kerkûk-Dûbiz, 21 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Birêveberê polîsê hevahengiyê li bajarokê Dûbizê Ebdila Elî ragihand ku îro, li ser rêya navbera Kerkûk û Dûbizê li nêzîkî palavgeha Keywan, paseke veguhastina xelkê û otomobîlek li hev ketin û di encamê de 21 sernişînên pasê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Elî aşkere kir ku hin benzîn di nav pasê de bû, lewra agir girtiyê û bi sedema agir jî, her 21 kes bi temamî şewitîn.

Elî xuya kir ku ji ber laşê her 21 kesan bi temamî şewitî ne û bûne wek kumerê, bi ti awayekî termên wan nayên naskirin û 3 kesên di nav otomobîla din de birîndar bûne.

Elî ronî kir ku li gorî zanyariyên destpêkê, sernişînên pasê welatiyên ereb in û xelkê parêzgeha Bexdayê be û bi armanca geştûguzarê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyekê ji Fermangeha Dadî ya Kerkûkê daxuyand ku ji ber termên wan bi temamî şewitîne, zehmete nasnameya wan were naskiirn, lê tê pêşbînîkirin di nav qurbaniyan de jibilî zilama, jin û zarok jî hebin.

AKnews
Top