• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel Ehmedî Nejad civiya

Gulan Media August 25, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel Ehmedî Nejad civiya
Piştî ku doh êvarê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî gehişte bajarê Tehranê, îro ligel Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad civiya.

Derbarê şanda Herêma Kurdistanê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer agahî dan û got: “Îro bi saeta Tehranê demjimêr 10.00 şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ligel Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad û Serokê Civata Ewlekariya Îranê Dr. Celîlî civiya û civîn jî erênî derbas bû.’’

Derbarê armanca serdana şanda herêmê de jî Nazim Umer wiha axifî: “Armanca serdana şanda herêmê çareserkirina pirsgirêkên ser sînor û vegerandina ewlekarî û asayişê ye bo navçeyên ser sînoran.’’ Navbirî amaje bi wê yekî jî da ku civîn erênî derbas bûne û wiha pêde çû: ‘’Herdû alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku serweriya İraqê bê parastin, bi yasayên navdewletî ve pêbend bin û aramî û asayiş vegere navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê.’’

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer, da zanîn ku dê şanda herêmê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro ligel Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî û rayedarên din ên Îranê jî bicive.

Mebesta şanda herêmê ku nûneratiya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ew e bo çareserkirina aloziyên ser sînor wek topbaran û ziwakiran avê ligel aliyê Îranê gotûbêjan bike, ku bûye sedem hevwelatiyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê zerara maddî û giyanî bibînin û gelek ji wan jî koçber bibin.

Rudaw
Top