• Tuesday, 03 February 2026
logo

PDK ê û YNK ê ji Îranê û Turkiyê xwast demildest êrîşên xwe rabigirin

Gulan Media August 25, 2011 Nûçe
PDK ê û YNK ê ji Îranê û Turkiyê xwast demildest êrîşên xwe rabigirin
Polîtbûroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Îran û Tirkiyeyê kirin ku demildest êrîş û bombardûmanên xwe yên bo ser herêma Kurdistanê rabigirin.

Polîtbûroyên PDK û YNKê duhî civîneke hevbeş pêk anîn û piştî civînê jî derbarê helwesta herdu partiyan ya li ser bombardûmanên ser sinor û rewşa welatiyên kurd di navçeyên arîşedar de ragihandinek hate belavkirin.

Di ragihandinê de ku nisxeyeke wê ketiye destê AKnewsê, hate aşkerekirin ku di heqê arîşeyên li navçeyên arîşedar bi giştî Sadiye û Celawlayê bi taybet de gotûbêj hate kirin û derencamên civînên berê hatin hilsengandin û teqezî li ser rijdbûn û berdewambûn li ser parastina welatiyan hate kirin ku nabe rê bi şovenîst û terorîstan bê dayîn ku planên xwe yên dujminkariyê bi ser xin.

Her weha hate gotin, “Di civînê de êrîş û topbaranên dewleta Tirkiye û Îranê hatin şermezarkirin û daxwaz hate kirin ku herdu welat demildest êrîşên xwe rabigirin.”

PDK û YNKê nerazîbûn û diltengiya xwe li hemberî hêz û aliyên ku bûne sedema peydabûn rewşa li ser sinor, derbirîn û ew hêz hatin haydarkirin ku nabe xaka herêma Kurdistanê bo çêkirina aloziyan bê bikaranîn û belge bi destê wan welatan bê dayîn bo ziyangihandin bi welatiyên herêma Kurdistanê.

Di civînê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hatiye kirin ku di bidawîanîna êrîş û topbaranên hanê de rola xwe bilîze û her weha daxwaz ji hikûmeta herêmê jî hate kirin ku bo arambûna rewşa li ser sinor, hemû rêyên yasayî û dîplomatîk bi kar bîne û alîkariya koçber û lêqewmiyên li ser sinor bike.

AKnews
Top