• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman:Bombebarana Tirkiye û Îranê karek nerewa ye”

Gulan Media August 24, 2011 Nûçe
Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman:Bombebarana Tirkiye û Îranê karek nerewa ye”
Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman di daxuyaniyekê de bomberana sinorên Herêma Kurdistanê şermezar dike. Herwiha daxwaz ji Tirkiye û Îranê dike ku bi rêya guftûgoyan pirsgirêkên xwe yên sinorî çareser bikin.

Doh (23.08.11) di daxuyaniyek de bi îmzeya Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Yûsif Qerzawî û Sekreterê wê yê giştî Dr. Elî Qeredaxî bomberankirina Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiye û Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar dike.

Di wê daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Herdu welat bê bihane gundên sinorê Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, xelkê wan navçeyan dikujin, hevwelatiyên sivîl û aştîxwaz koçber dikin. Karê wan karekî ne rewaye û dûrî nirxên mivahiyê ye, bi taybet jî di vê meha remezanê ya pîroz de ji bo bombebaranê ti bihaneyek nîne.”

Daxuyaniya Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan wiha berdewam dike: “Ev karê Tirkiye û Îranê binpêkirina serweriya axa İraq û Kurdistanê ye. Herwiha berevajî peyman û peymannameyên navnetewî yên ji bo parastina mafê cîrantî û serweriya axa yên din e.”

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji welatên cîran ên İraqê tê kirin ku “Li cihê bombebaran û binpêkirinên sinor, hewl bidin ku bi rêya guftûgoyan pirsgirêkên sinor çareser bikin û di nav de berjewendiyên hemû aliyan bên parastin
Top