• Wednesday, 04 February 2026
logo

Ciwanên başûr ber bi Qendîl û Xakûrk û Zap ê ketin rê

Gulan Media August 24, 2011 Nûçe
Ciwanên başûr ber bi Qendîl û Xakûrk û Zap ê ketin rê
Ciwanên kurd ên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Germiyanê, bi armanca operasyonên Tirkiyê yên ser axa Herêma Kurdistanê û kuştina 7 welatiyên sivîl şermezar bikin, dest bi meşa Mertalên Zindî kirin.

Nûnerên 20 saziyên sivîl ên civakî ber bi navçeya Ranya ya ku 7 welatiyên sivîl lê jiyana xwe ji dest dabûn ve, dest bi meşê kirin.

Ciwanên kurd ên Herêma Kurdistanê bi armanca operasyonan şermezar bikin, meşa mertalên zindî lidar xistin.

Ciwanên ku li ber Parlamentoya Kurdistanê ya li Hewlêr kom bûn, ber bi Xakûrkê; ciwanên li Silêmanî û Germiyanê kom bibin ber bi Qandîl û yên li Behdînan kom bûn jî ber bi Zapê ve dest bi meşekê kirin.

Rudaw
Top